Li Moskowê teqîn pêk hat: Rayedarekî payebilind hat kuştin

Li Moskowê teqîn pêk hat: Rayedarekî payebilind hat kuştin

PeyamaKurd – Li Moskovayê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Di êrîşê de rayedarekî payebilind ê Rûsyayê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê, bombeya ku di wesayîtekê de hatibû bicîkirin li Balaşîxayê, li ber avahiyekê hat teqandin.

Di encama teqînê de kesekî can dest da. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Li ser hesabên medyaya civakî yên Rûsyayê hat îdiakirin ku kesê ku di teqînê da mir Tûggeneral Yaroslav Moskalik, Alîkarê Serokê Midîriyeta Operasyonên Sereke ya Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê ye.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.