Hêzên hevpeymaniyê çek û cebilxane şandin Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, Amerîkayê 70 barhilgirên çek, cebilxane, alavên tendirustî û lojisikî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
SOHRê destnîşan kir ku perçeyên çîmento, yên bi piranî ji bo avakirina baregehên nû ne, hatin derbaskirin li baregeha Qesrik ya li Hesekê hatin danîn.
Li gorî agehiyan Hevpeymaniya Navdewletî kar dike ku hinek baregehên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke.
SOHRê berê destnîşan kiribû, Hevpeymaniya Navdewletî bi 7 balefiran û 279 barhilgiran çek, cebilxane û made ji destpêka vê mehê ve derbasî baregehên xwe kirine.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




