Nakokiya li ser Çiyayê Hermonê û Siwêdayê danûstandinên Îsraîl û Sûriyeyê asteng dike

Nakokiya li ser Çiyayê Hermonê û Siwêdayê danûstandinên Îsraîl û Sûriyeyê asteng dike

PeyamaKurd – Pêvajoya danûstandinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ji ber nakokiyên kûr ên li ser Çiyayê Hermonê û desttêwerdanên biyanî rastî astengiyeke mezin hatiye. Payebilindekî ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku heta niha tu pêşketin di hevdîtinan de çênebûye û tekez kir ku artêşa Îsraîlê dê ji lûtkeya stratejîk a çiyê venekişe.

Li gorî agahiyên ku heman kesî dane televîzyona El-Erebiye, aloziya li parêzgeha Siwêdayê jî bûye pirsgirêkeke din a mezin. Sûriye israr dike ku her cure alîkariya mirovî ya ji bo Siwêdayê divê tenê bi rêya Şamê re derbas bibe. Di heman demê de, bangên ji bo cudabûnê yên ji nav civaka Durzî, rêkeftinên ewlehiyê yên li herêmê tevlihevtir dikin û rê li ber lihevkirineke mihtemel a bi Îsraîlê re digirin.

Hate diyarkirin ku Amerîka jî li dijî vekirina korîdoreke mirovî ya rasterast bo Siwêdayê û herweha li dijî pêşniyarên cudabûnê ye. Artêşa Îsraîlê jî ev helwêsta xwe gihandiye rêberên Durzî û daye zanîn ku vekirina korîdoreke weha ne pêkan e.

Çavkaniyê bi bîr xist ku li gorî rêkeftinên ewlehiyê yên heyî, divê başûrê Sûriyeyê bi temamî ji çekan bê safîkirin. Tevî van hemû astengiyan, hat gotin ku danûstandinên di asta ewlehiyê de hîn jî berdewam dikin.

Di dawiyê de, rayedarê Îsraîlî anî ziman ku rola Tirkiyê li Sûriyeyê û hebûna wê ya leşkerî li wî welatî, ji bo Îsraîlê wekî sedemeke fikaran dimîne.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.