Niha pirsa girîng ya piştî koça Papa Franciscus: Wê kî bikeve şûna Papa?

Niha pirsa girîng ya piştî koça Papa Franciscus: Wê kî bikeve şûna Papa?

PeyamaKurd – Serokê temamê Xîrîstiyanên dinyayê bi taybetî yê Katolên dinyayê  Papa Franciscus di 88 saliya xwe de koça dawî kir û hêj şîna wî bi temamî ne destpêkiriye û ne jî qediyaye, di dinyayê de munaqeşa tê kirin dê kî bikeve şûna Papa?

Ji bo di şûna Papa de yekî nûh deynin, kardînalên dêrên Katolîkan xwe amade dikin da li Sistine Şapeli bicivin. Kardînalên li seranserê dinyayê temsîla 1,4 milyar kesî dikin.

Dekanê (rêvebirê) meclisa Kardînalan Giovanni Battista Re, piştî merasima cenazê Papa Franciscus, di nav 20 rojan de wê kardînalên ku 80 salên xwe tije nekirine û endamên meclisa kardînalane (Konklav), dawetî Vatîkanê, civînê bike.

Li gor rêjeyên Vatîkanê; niha jimara kardînalên ku di bin 80 salî de ne 126 kardînal in. Li gor qaîdeyên hilbijartinê; kî ji 2/3 yê dengan bistîne û qebûl bike, wê bibe Papa yê nûh.

Di nav namzedan de Kardinalê Îtalyan Pietro Parolin, Kardinalê Macar Peter Erdo, Kardinalê Amerîkayî Raymond Leo Burke, Kardinalê Îtalyan Matteo Maria Zuppi, Kardinalê Fîlîpînî Luis Antonio Gokim Tagle, Kardinalê Îtalyan Pierbattista Pizzaballa, Kardinalê Ganayî Peter Turkson û Kardinalê Maltayî Mario Grech hene.

Sekreterê dewleta Vatîkanê (serokwezîr) Kardinalê Îtalyanî Pietro Parolin namzedê herî xwurte ku dikare kardînalên pêşverû û yên muhafazakar bîne cem hev û di navbera wan de rola erênî bileyîze.

Papa Franciscus di Adara 2013 de dema bû Papa û bo sekreteriya dewletê di Cotmeh a 2013an de Parolin (70) kiribû sekreter. Parolin, yek ji endazyarê nêzîkkirina Çînê û Vîetnamê tê zanîn.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.