Êrîşên balafirên DYAyê yên ser Hûsiyên Yemenê dewam dikin

Êrîşên balafirên DYAyê yên ser Hûsiyên Yemenê dewam dikin

PeyamaKurd – Balafirên DYAyê li Yemenê li bajarên Sana û Sadayê dewam dikin. Di derbarê zerara canî û maddî de ti agahî nehat dayîn lê Hûsî dibêjin ku ji 15ê Adarê heya niha bi sedan sîvîl hatine kuştin.

Li gor televizyona Hûsiyan ya El-Mesire, balafirên DYAyê li bajarê Sanayê li navça Beni Matarê xistine. Her weha li bajarê Sadayê li navça Meczê 4 caran bi balafiran êrîşê ser Hûsiyan kirine.

Wezareta karên derve ya Hûsiyan berê ragihandibû ku balafirên DYAyê ji 15ê Adarê heya niha ji 1200 êrîşan zêdetir êrîşan birine ser Yemenê û bi sedan kes hatine kuştin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.