Li ser sînorê Urdinê êrîşeke çekdarî li dijî Îsraîliyan pêk hat

PeyamaKurd – Li ser sînorê di navbera Urdin û Îsraîlê de, li nêzîkî Pira Qiral Huseyîn (Allenby), êrîşeke çekdarî hat lidarxistin ku Îsraîlî kirin armanc.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, bûyer dema ku 3 kes ji kamyoneke ku ji Urdinnê derbasî Îsraîlê dibû, peya bûn û gule li Îsraîliyên li herêmê reşandin, qewimî.
Medyaya Îsraîlî ragihand ku di encama êrîşê de 2 welatiyên Îsraîlê canê xwe ji dest da. Herweha hat diyarkirin ku herî kêm yek ji sê êrîşkaran hatiye kuştin.
Derbarê bûyerê de lêpirsînên berfireh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destpêkirin û hûrgiliyên zêdetir tên payîn.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




