Wezareta Petrolê ya Iraqê: Em ê di çend rojên pêş de bi Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê re li hev bikin

Wezareta Petrolê ya Iraqê: Em ê di çend rojên pêş de bi Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê re li hev bikin

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku ew li ber e di rojên pêş de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê re bigihîje lihevkirineke dawî, da ku rê li ber jinûve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê vebe. Ev daxuyanî di demekê de tê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî amadebûna xwe ji bo radestkirina petrolê li hember çareserkirina pirsgirêka mûçeyan nîşan daye.

Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Basim Xizeyr, îro Pêncşemê, 18ê Îlona 2025an, tekez kir ku wezareta wan hemû amadekariyên pêwîst kiriye û got, "Di çend rojên pêş de em ê bi şirketên petrolê û Herêma Kurdistanê re li hev bikin."

Xizeyr herweha qebûl kir ku peymanên petrolê ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ve hatine îmzekirin û anî ziman ku şirketên petrolê gelek daxwaz û pabendiyên wan hene ku divê li ber çav werin girtin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî, ji BasNewsê re ragihand ku Hewlêrê hemû gavên pêwîst avêtine û dor a meydana Bexdayê.

Hewramanî got, "Me duh bi nivîseke fermî ji Bexdayê re ragihand ku em amade ne petrolê radest bikin, bi şertê ku pirsgirêka mûçeyê karmendan were çareserkirin. Em li benda bersiva vê nameyê ne."

Wî hûrgiliyên hilberînê jî par ve kirin: "Niha hilberîna me 233 hezar bermîl e. Ji vê hejmarê, 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî tê veqetandin û ya mayî dê ji bo şîrketan û hikûmeta federal be."

Hewramanî herweha behsa pêşketineke giring kir û da zanîn ku şirketên petrolê yên biyanî ku berê garantiyên navneteweyî dixwestin, niha qebûl kirine ku li gorî qanûnên Iraqê kar bikin, û Iraqê jî ev yek pejirandiye.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.