NYT: DYA li ser guhertinên operasyonên navneteweyî dixebite

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku piraniya operasyonên Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bi taybetî li Afrîkayê wê biqedin û nûnertiyên wê bên girtin.
Li gorî agahiyên ku New York Times (NYT) bi dest xistine, Serokê DYAyê Donald Trûmp û ekîba wî li ser pêşnûmeya rêziknameyê ya ku di derbarê operasyonên navneteweyî yên Wezareta Karên Derve de “guhertinên radîkal” pêşbîn dike dixebitin.
Di nûçeya rojnameyê de hat îdiakirin ku di pêşnûmeya rêziknameya ku ji aliyê rêveberiya Trump ve hatiye amadekirin de agahî hene ku wê hema hema hemû operasyonên Wezareta Karên Derve yên Afrîkayê bên betalkirin û balyozxane û Balyozxaneyên Amerîkayê yên li parzemîna Afrîkayê jî bên girtin.
Herwiha di pêşnûmeyê de hat pêşniyarkirin ku xebatên li Wezareta Karên Derve yên ku bi mijarên guherîna avhewayê û penaberan, demokrasî û mafên mirovan re mijûl dibin bên rawestandin.
Di raporê de herwiha hat pêşbînîkirin ku pêşnûmeya mijara gotinê dikare di nava hefteya pêş de ji aliyê Trump ve were îmzekirin.





