TASS: Îstixbarata Rûsya û Sûriyê civiyan

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyeke Ajansa TASS a Rûsî, Serokê Îstixbarata Rûsyayê bi berpirsekî îstixbarata rêveberiya nû ya Sûriyê re civiya.
Serokê Saziya Îstixbarata Rûsyayê ya Derve Sergey Naryshkin, ji Ajansa TASS re ragihandiye ku ew di çarçoveya konferanseke li Azerbaycanê de, li gel berpirsekî Îstixbarata Sûriyê civiyaye.
Naryshkin gotiye: "Ew civîn dostane û avaker bû".
Berî 2 rojan jî serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şera ji rojnameya New York Times re gotibû ku hebûna Rûsya ya leşkerî li Sûriyê heye û hemû rêkeftinên berê hatine pûçkirin û ew dikin rêkeftinên nû çêbikin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




