Peskov: Pûtîn û Trump li ser pûçbûna redkirina diyalogê li hev dikin

Peskov: Pûtîn û Trump li ser pûçbûna redkirina diyalogê li hev dikin

PeyamaKurd – Peskov got ku Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokê Amerîkayê Trump pûçbûna redkirina diyalogê fêm dikin û amadebûna wan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên tevlihev bi rêya gotûbêjan wan dike yek.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di hevpeyvînekê de ligel kovara Fransî Point got ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştgiriya fikra Serokê Amerîka Donald Trump a agirbesteke tam li Ukraynayê dike, lê divê berî her tiştî hemû pîvan, di nav de mijara şandina çekên Ewropî bo Kîevê, bên zelalkirin.

Peskov tekez kir ku îstifa Zelenskî ne di nav daxwazên Rûsyayê yên li hember Ukraynayê de ye, lê her belgeyek ku ew îmze bike dikare bi hêceta ku ne rewa ye, were îtirazkirin.

Nîşaneyên din ên ji daxuyaniyên Peskov ev in:

Ji bo ku pevçûn bi dawî bibe divê Ukrayna leşkerên xwe ji herêmên Novorossiya û Donbassê yên ku girêdayî Federasyona Rûsyayê ne vekişîne.

Pûtîn û Trump li ser pûçbûna redkirina diyalogê li hev kirin

Pûtîn hurmetê dide Trump ji ber ku ew siyasetmedarekî bi hêz û kesayetekî bihêz e

Tê çaverêkirin ku hevdîtina Trump û Pûtîn berhemdar be û amadekarî jî tên kirin.

Rûsya ji welatên Baltikê daxwaza axê nake.

Ewropî hewl didin ku Rûsyayê fêrî demokrasiyê bikin, lê pir caran ew bixwe van prensîban binpê dikin.

Rûsya danûstandinan dixwaze, Ewropa şer dixwaze.

Niyeta Rûsyayê tune ku êrîşî kesî bike.

Rûsya wê bi aştiyane yan jî bi rêyên leşkerî bigihêje armancên xwe

Rûsya fêr bûye ku di bin cezayan de bijî, lê ew pirsgirêkên mezin ji YE re çêdikin.

Trump ji bo agirbesta li Ukraynayê dem diyar nekiriye û Rûsya jî guncav nabîne.

Têkiliyên di navbera Rûsya û Rojava de di xetimekê de ne, Moskow niha hewl dide ku têkiliyên xwe bi Washington re sererast bike.

Ne Macron û ne jî serokên din ên Ewropî nexwestin guh bidin Pûtîn, ku wî digot ku Federasyona Rûsyayê di warê ewlehiyê de dorpêçkirî ye.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.