Piştî erdheja li Îstenbolê li du bajarên din jî dibistanan tatîl kirin

Piştî erdheja li Îstenbolê li du bajarên din jî dibistanan tatîl kirin

PeyamaKurd – Piştî li bajarê Îstenbolê bi pileya 6,2 erdhej çêbû û di peyde gelek hejên din jî çêbûn, li Îstenbolê dibistanan tatîl kirin lê li du bajarê din yên cîranên Îstenbolê jî dibistanan tatîl kirin: Kocaeli û Tekirdağ.

Piştî erdhejê jimara erdhejên ku çêbûn giha 117 hejan. Avahiyekî terkkirî xerab bû û 9 xanî tehliye kirin. Jimara kesên birîndar bûn û ketin nav panîkatakê, gihaye 236 kesan.

Li bajarên navborî kesên di dezgeyên dewletê de dixebitin yên bi hemil, astengdar, xazî û kesên zarokên wan di bin 10 salan de ne, wê heya dawiya heftê bi îzna îdarî bên hesibandin. Dibistan jî heya serê hefta bê dê tatîl bin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.