Rûsya, çûna Rûsyayê bo 21 parlementerên Îngîltere qedexe kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku qedexê danîne ser 21 parlementerên Îngîltere da neçin Rûsyayê. Wezaretê ragihand ku Îngîltere dijminahiya Rûsyayê dike, dorpêçan datîne ser rûsyayê û sîlihan dide Ûkraynayê.
Li hemberê van kiryarên Îngîltere, Rûsya qedexê danî ser 21 parlementerên Îngîltere û navên wan di lîstekî de belav kir. 6 ji wan parlementeran yên Kamara Lordane û ji Kamara Awamê jî 15 endam hene.
Rûsya ragihand ku bo navên di nav lîstê de fireh bikin, xebatên wan dewam dikin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




