Şandeya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re Civiya

PeyamaKurd – Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re li avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, li gel Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan amade bûn.
Hevdîtin nêzî 2 saetan dom kir. Piştî civînê, Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser navê şandeyê daxuyanî da û diyar kir ku mijara sereke ya gotûbêjan şert û mercên xebat û tenduristiyê yên Rêberê PKKyê Abdullah Öcalan bûn.
Koçyîgîtê got, ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şertên Ocalan demildest bên baştir kirin û destnîşan kir ku çêdibe ku di demên pêş de geşedanên berbiçav çêbibin.
Her wiha, wê anî ziman ku divê ji bilî şandeya Îmraliyê, şandeyên din jî biçin Îmraliyê û kesên ku Ocalan bixwaze bibîne jî destûr bê dayîn.
Koçyîgîtê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, û got ew mijareke taybet a gotûbêjan bûye.
Her wiha, pergala dadê ya Tirkiyê û qanûna înfazê jî di nav rojevê de bûn.
Şandeyê tekez kir ku divê çareseriyên lezgîn ji van pirsgirêkan re bên dîtin.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.





