Xortê 22 salî di ava bendava Xarpêtê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Ağınê xortê bi navê A.A.(22) ji bo xwe hînik bike ket ava bendavê û di avê de fetisî. Bûyer li gundê Taşpınar a bi ser navça Ağınê de qewimî.
A.A. dema bi hevalên xwe re ket avê, piştî demekî di avê de wenda bû. Li ser wendabûna xortî, tîmên AFADê, Cendirme, Tenduristiyê û tîmên noqavê yên rêvebiriya asayîşa bajêr çûn ciyê bûyerê, li cesed geriyan û paşî ew dîtin.
Cenazê A.A. ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana Zanko ya Firatê ya li Xarpêtê.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




