Jina xwe giran birîndar kir û xwest xwe jî bikuje

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Reza li taxa Şeyh Şamilê dema jina zilamekî li teksiyekî siwar bû, li jina xwe xist û wê birîndar kir.
Zilamê bi navê K.D.(29) piştî li jina xwe ya bi navê N.D. (24) xist, xwest xwe jî bikuje. Di dema li jina xwe xist pê re ajotvanê teksiyê yê bi navê İ.Y. jî birîndar bû.
Li ser bûyerê tîmên polîsan û tenduristiyê yên 112an çûn ciyê bûyerê. Piştî rewşa birîndaran dîtin, wan bi ambûlansan birin nexweşxanê lê rewşa N.D. û K.D. baş nîne.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




