Trump daxwaza 'agirbestê' di navbera Rûsya û Ukraynayê de dike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump banga agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî di navbera Rûsya û Ukraynayê de kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hevdîtinên derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin.
Trump tekez kir ku Amerîkayê banga agirbesteke bê şert û merc kiriye, ku bi îdeal 30 rojan bidome û got ku ger agirbesteke qebûlkirî hebe, Rûsya û Ukrayna wê ji ber rêzgirtina li danûstandinan "berpirsiyar" bin.
Trump diyar kir ku eger rêz li agirbestê neyê girtin, Amerîka û hevkarên wê wê cezayên berfirehtir ferz bikin û got ku divê agirbest gavek ber bi peymanek aştiyê ve be û ev hemû dikarin "di demek kurt de" werin kirin.





