Trump: Em ê bi Çînê re peymaneke adil bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku muzakereyên derbarê bacan de, bi gelek welatan re bi awayekî aktîf dewam dikin û wiha got, "Em ê bi Çînê re peymaneke adil bikin."
Serokê Amerîkayê Trump li baxçeyê Qesra Spî bi civîneke sosret bersiva pirsên rojnamevanan da.
Trûmp destnîşan kir ku Çîn, Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên din bi baca gumrukê DYA îstîsmar kirine û got, "Ew roj derbas bûn. Êdî ev welat wê ji bazirganiyê wenda neke."
Trump da zanîn ku niha bi gelek welatan re ji bo çêkirina peymanên gumrik û bazirganiyê di nav danûstandinên aktîf de ne, Trump diyar kir ku di dawiya van danûstandinan de wê gelek peymanan çêkin û ev rêkeftin wê hem ji bo DYAyê hem jî ji bo welatên din adil bin.
Trump got: "Em ê bi Çînê re peymaneke adil çêkin. Wê adil be. Her tişt (danûstandin) niha aktîf e. Her kes dixwaze bibe beşek ji karê ku em dikin."
Trump destnîşan kir ku bi saya van peymanan ew ê dahata welêt zêde bikin û bacên ku welatiyên xwe didin kêm bikin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump di van çend rojên dawî de dengê gotinên xwe yên li hember Serokê Rezerva Federal a Dewletên Yekbûyî (Fed) Jerome Powell û Çînê nermtir kir û vê yekê nêzîkatiya erênî ya li bazaran ku şerên gumrikê dikarin werin çareserkirin bihêztir kir.





