YE ji plana Xezze ya Îsraîlê bi fikar e

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê li ser biryara Îsraîlê ya berfirehkirina operasyonên li Xezzeyê nîgeraniya xwe nîşan da. Berdevkê YEyê herwiha daxwaza destûrdayîna gihandina alîkariyên mirovî bo Filistîniyan kir.
Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser planên Îsraîlê yên berfirehkirina operasyonên xwe li Xezzeyê û girtina herêmê di bin kontrola xwe de nîgeraniya xwe nîşan da.
Berdevkê Karûbarên Derve yê YEyê Anouar El Anouni di daxuyaniyekê de derbarê geşedanan de got: "Yekîtiya Ewropayê ji planên Îsraîlê yên berfirehkirina operasyonên xwe li Xezzeyê bi fikar e. Ev yek wê bibe sedema kuştin û êşên zêdetir ên Filistîniyan."
Berdevk herwiha nerazîbûna xwe ji "planên artêşa Îsraîlê yên ji bo kontrolkirina Xezzeyê ji bo demek nediyar" anî ziman.
Berdevk bang li Îsraîlê kir ku ji helwesta xwe paşve gav bavêje û got: "Tekane rêya vegerandina rehîneyan û bidawîanîna hemû dijminatiyan danûstandin in."
Berdevkê YEyê got, "Gelê Filistînî têra xwe êş kişandiye. Dem hatiye ku dawî li vê tundûtûjî û êşê were anîn" û bang li Îsraîlê kir ku rê bide alîkariya mirovî derbasî Xezzeyê bibe.