Yerlikaya: 51 gumanbarên DAIŞê hatin girtin

Yerlikaya: 51 gumanbarên DAIŞê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 51 gumanbarên ku endamên rêxistina terorîst DAIŞê bûn, fînanse ji rêxistinên qaşo alîkariyê yên girêdayî rêxistinê re peyda dikirin û bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya terorê dikirin, hatin girtin.

Di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî X, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlikaya diyar kir ku 51 gumanbarên ku endamên rêxistina terorîst DAIŞê bûn, fînanse ji rêxistinên qaşo alîkariyê yên girêdayî rêxistinê re peyda dikirin û bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya terorê dikirin, ji aliyê cendermeyan ve hatin girtin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku li Edene, Semsûr, Amasya, Enqere, Antalya, Balikesir, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Diyarbekir, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Isparta, Stenbol, Îzmir, Kirşeqalî, Kirşehir, Kilis, Kocaeli, Konya, Mersin, Mugla, Nevşehîr, Nîgde, Osmaniye, Riha, Tekîrdag, Tokat û Zonguldakê operasyon hat lidarxistin.

Yerlikaya ragihand ku di van operasyonan de gelek belgeyên rêxistinî û materyalên dîjîtal hatine desteserkirin, got:

"Ez pîrozbahiyê li parêzgarên me, dozgerên giştî yên sereke, Daîreya TEM a Jendermeyan, fermandarên jendermeyan ên parêzgehên me û jendermeyan dikim. Têkoşîna me ya li dijî terorê ne tenê bi operasyonên meydanî yên hêzên me yên sepandina qanûnê ve sînordar e, lê li ser reflekseke dewletê ya piralî ye ku ewlehî, îstîxbarat, ragihandin û hevkariya navneteweyî dihewîne. Em operasyonên xwe yên ku em şev û roj, 365 rojên salê pêk tînin, didomînin da ku aştî û aramiya li her herêma welatê me misoger bikin."

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.