Îdiayên li ser Siwêdayê: Gelo Îsraîl piştgiriya milîsên Durzî dike?

PeyamaKurd – Li gorî îdiayên ku ji ajansa Reutersê re hatine ragihandin, tê gotin ku Îsraîl li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê, ku piranî Durzî lê dijîn, hem mûçeyan dide milîsan, hem jî çekan ji wan re peyda dike. Ev agahî ji aliyê du karbidestên payebilind ên Durzî û şervanên herêmî ve hatine parvekirin, lê Reutersê diyar kir ku ev îdia bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin. Rayedarên Îsraîlê derbarê mijarê de daxuyanî nedan.
Hûrgiliyên îdiayê
Çavkaniyên ku nexwest navê wan bên eşkerekirin, îdia dikin ku Tel Avîv piştî pevçûnên meha Tîrmehê hewl dide komên Durzî yên li herêmê bike yek û mûçeyê nêzîkî 3,000 şervanan dide. Ev yek di demekê de diqewime ku danûstandinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ji bo rêkeftineke ewlehiyê berdewam dikin û tê gotin ku Amerîka zextê ji bo peymanekê dike.
Pêngava dîplomatîk a Sûriyeyê
Ji aliyê din ve, hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wê bi Urdin û Amerîkayê re li ser "nexşerêyekê" ji bo Siwêdayê li hev kirine. Li gorî vê lihevkirinê, dê alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê, bajar û gund werin nûjenkirin, vegera koçberan hêsan bibe û hêzên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê ya hikûmeta demkî ewlehiya rêya Şam-Siwêdayê misoger bikin.
Çi bûbû?
Aloziya li Siwêdayê di 13ê Tîrmeha 2025an de piştî bûyereke revandinê di navbera eşîrên Bedewî û komên Durzî de dest pê kiribû. Di pevçûnan de ku hefteyekê dom kirin, li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), herî kêm 1400 kes hatin kuştin. Hikûmeta Şamê ji bo kêmkirina şer hêzên xwe şandibû herêmê û agirbest hatibû ragihandin.
Tawanbarkirina Îsraîlê
Hikûmeta Şamê Îsraîlê tawanbar dike ku aloziyê gurr dike. Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera hişyarî da ku "her kesê êrîşî birayên me yên Durzî bike dê hesab bide." Di 16ê Tîrmehê de, Îsraîlê ji bo parastina Durziyan êrîşeke esmanî bir ser Şamê û baregehên serokatiyê û serfermandariyê kirin hedef. Di van êrîşan de, li gorî SOHRş, 15 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




