Amerîkayê ji bo bêçekkirina Heşdî Şebî 3 hefte dem da Iraqê

Amerîkayê ji bo bêçekkirina Heşdî Şebî 3 hefte dem da Iraqê

PeyamaKurd – Krîza di navbera Amerîka û Îranê de li ser axa Iraqê kûrtir dibe. Li gorî agahiyên dawî, karbidestên payebilind ên Amerîkî mohleteke demkurt dane hikûmeta Iraqê da ku planeke pratîkî ji bo bêçekkirina komên Heşda Şeibî amade bike, û gefa "sizayên giran" xwarine eger ev gav neyê avêtin. Di heman demê de, Îran jî tevgerên xwe yên leşkerî û siyasî li welat zêde dike.

Çavkaniyekî ji hikûmeta Iraqê ji ajansa "IRA News"ê re ragihandiye ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi rêya kanalên dîplomatîk nameyek ji Bexdayê re şandiye. Di nameyê de, Rubio bi awayekî tund daxwaz kiriye ku hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de planeke ciddî ji bo bêçekkirina Heşda Şeibî deyne ber xwe. Li gorî heman çavkaniyê, Washingtonê soz daye ku di vê hewldanê de alîkariya Bexdayê bike.

Hate îdiakirin ku Amerîkayê herî zêde 3 hefte wek mohlet daye hikûmeta Iraqê ji bo amadekirina vê planê. Eger Bexda di vê demê de gavên berbiçav neavêje, dê rûbirûyê rêze sizayên aborî û siyasî yên giran bibe. Ev zext di demekê de ne ku Amerîka bi awayekî fermî nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna hêz û bandora komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Iraqê nîşan dide.

Tevgerên Îranê li Bexdayê 

Li aliyê din, Îran jî li hemberî van zextên Amerîkayê bêdeng namîne. Çavkaniyan ragihandiye ku Cîgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê, Îrec Mescidî, hefteya borî serdaneke nepenî li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê pêk aniye. Armanca serdana Mescidî, ku wek yek ji kesayetên sereke yên siyaseta Îranê li Iraqê tê naskirin, nirxandina amadekariyên komên çekdar ên alîgirê Îranê ji bo rûbirûbûna her gefa potansiyel bûye.

Ev geşedanên dualî, Iraqê dixin nav rewşeke pir hestiyar û metirsîdar, ku tê de hikûmeta navendî di navbera du hevpeymanên xwe yên sereke, Amerîka û Îranê de, asê maye. Pispor hişyariyê didin ku eger ev krîz neyê kontrolkirin, metirsî heye ku Iraq careke din bibe qada şerekî wekaletê di navbera Îran û dijberên wê yên herêmî û navneteweyî de.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.