25 ciwanên Kurd ên li Libyayê asê mane têne vegerandin

25 ciwanên Kurd ên li Libyayê asê mane têne vegerandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera Balyozxaneya Iraqê ya Libyayê û Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 25 ciwanên Herêma Kurdistanê li Libyayê hatin dîtin û berdan û di demeke nêzîk ji bo Herêma Kurdistanê têne vegerandin.

Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 3yê Îlonê ragihand, “Ew ciwan bi rêya pêwendiyeke vîdyoyî rasterast bi Berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve re axivîn û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di xema welatiyên Herêma Kurdistanê de bûn û karîn wan derbas bikin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Muhsin Dizeyî "Kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew ciwan hemû ewle ne û spasiya Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Terablusê Dr. Ehmed Sehaf jî kir, ku her gav bi Nivîsîngeha Têkiliyên Derve re ji bo pirsên wiha alîkar bûye.”

Hate diyarkirin, "Li ser rasparde û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêkarên vegera wan ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê hatine temamkirin û pasport û bilêtên vegerê jî ji wan re hatine peydakirin. Biryar e ku ew ciwan di 10ê vê mehê de vegerin Herêma Kurdistanê."

Hêjayî gotinê ye, meha borî jî bi hevahengiya di navbera Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Iraqê li Libyayê de, şeş ciwan ji zindanên Libyayê hatin berdan û ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.