Ali Dolemeri: Wê Macron berya dawiya salê seredana Kurdistanê bike

Ali Dolemeri: Wê Macron berya dawiya salê seredana Kurdistanê bike

PeyamaKurd – Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Ali Dolemeri ji bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Wê serokê Fransayê Emmanuel Macron berya dawiya salê seredana Erbîlê û Bexdayê bike. Wê bi serok Mesûd Barzanî, bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike.

Pêwendiyên navbera Parîsê û Erbîlê dîrokîne bi taybetî şaredara Parîsê gelek li serok Barzanî rêz digre, di civînê de ragihand ku Erbîl û Parîs bajarên birane û girîngiyê didin têkiliyan.

Wê bi desthilata şaredara Parîsê li Kela Erbîlê xaniyekî bê nûhkirin û ji bo mafên jinan wê bikin mala çandê.”

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.