Parîs | Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê re civiya

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrow îro 5ê Îlonê li Parîsê civiyan û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir.
Di civînê de, behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya deverê û hilbijartinên bê yên Iraqê hat kirin. Herwiha xeteriya DAIŞê û rûbirûbûna wê jî mijareke din a civînê bû, ku hat nîqaşkirin.
Serok Barzanî di civînê de li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de axivî û pesnê Fransayê da, ji ber piştgiriya wê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Fransayê jî bal kişand ser berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û piştrast jî kir ku, ew dê piştgiriya xwe ji bo Pêşmergeyan bidomînin.
Hêjayî gotinê ye, îro 5ê Îlona 2025an li Parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Fransayê bi merasîmekê Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo amade bûn, perde ji ser tabloya Pêşmerge hate rakirin û rêya bi navê ‘Rêya Pêşmerge’ hat vekirin.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




