Hejmara miriyên erdheja Afganistanê 2 hezaran derbas kir

PeyamaKurd- Alîkarê Berdevkê Hikûmeta Talîban a Afganistanê Hamdullah Fîtrat ragihand ku di erdheja tundiya 6,0ê ya parêzgeha Kunarê ya li rojhilatê Afganîstanê de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 205 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 3 hezar û 640 kesan.
Li Afganistanê xebaten rizgarkirin û lêgerîna kesên di bin enqazê de mane berdewam dike.
Hamdullah Fîtrat got, li deverên ku ji erdhejê bandor bûne, ku wekî erdheja herî kujer a van salên dawî hatiye tomar kirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo rizgarkirina kesên di bin enqazê de mane berdewam dikin.
Fîtrat got: "Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezar û 205 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 3 hezar û 640 kesan."
Fîtrat herwiha anî ziman ku ji bo malbatên ku ji ber erdhejê neçar mane malên xwe biterikînin, li cihên cuda kon hatine vekirin û alîkarî berdewam dikin.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber axa çiyayî ya parêzgeha Kunarê, xebatên lêgerînê bi zehmetî dimeşin û ew ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




