Serok Barzanî: Têkiliyên di navbera gelê Kurd û Fransayê de dîrokî ne

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî têkiliyên di navbera gelê Kurd û Fransayê de wekî "têkiliyên dîrokî" bi nav kir.
Roja Înê, 5ê Îlona 2025an, Serok Barzanî serdana Parîsê kir da ku rêyek ku bi navê Pêşmerge were binavkirin veke. Di dema serdanê de, Serok Barzanî li Şaredariya Parîsê bi Anne Hidalgo re civiya.
Di dema civînê de, Serok Barzanî di bersiva pirsên rojnamevanan de got, "Ez pir kêfxweş im ku serdana Parîsê dikim û ez spasiya encumena bajêr dikim."
Derbarê vekirina Cadeya Pêşmerge li Parîsê de, Serok Barzanî got, "Ev destpêşxeriyek pir girîng û dîrokî ye. Ew nîşan dide ku têkiliyên di navbera gelê Kurd û Fransayê de dîrokî ne û em ê van têkiliyan bidomînin.
Navdana kolanek li Parîsê bi navê Pêşmerge delîla herî mezin a eleqeya Fransayê bi gelê Kurd re ye." Serok Barzanî got, "Îro rojek pir girîng û dîrokî ye û ez vê roja pîroz li gelê Kurdistanê pîroz dikim."





