Afganistan car din bi erdhejekî bi dereca 6,2 hejiya

Afganistan car din bi erdhejekî bi dereca 6,2 hejiya

PeyamaKurd – Afganistan di Yekşema borî de bi erdhejekî bi dereca 6an hejiyabû û hêj bandora erdhejê dewam dike, vê carê li Rojhilatê bajarê Celalabadê erdhejekî bi dereca 6,2 çêbû. Ji ber erdheja berê, jimara candayiyan gihabû 2,205an.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya DYAyê (USGS), ragihand ku li Afganistanê, 14 km li rojhilatê bajarê Celalabadê di bin erdê de, di kûrahiya 10 km yan de erdhej çêbû. Lê dezga Almanya ya bi navê GFZ ragihand ku dereca erdhejê 5,6 e.

Li aliyê dinê di xebera ToloNewsê ku nûçeya xwe biriye ser daxwuyaniya cîgirê berdevkê hukumeya Afganistanê Hamdullah Fitrat; rêjeya erdheja roja Yekşema borî daye û gotiye; jimara miriyan gihaye 2,205an û jimara birîndaran gihaye 3,640 kesan.

Encama erdheja îro hêj diyar nîne û ji ber ji erdheja berê xwurttire, dibe zerara wê ji ya roja Yekşemê zêdetir be.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.