Trump navê Pentagonê diguherîne

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê biryarnameyekê îmze bike da ku navê Wezareta Parastinê (Pentagon) bike "Wezareta Şer", armanca wî ew e ku artêş xwediyê nasnameyeke tundtir be.
Berpirsyarekî payebilind ê Qesra Spî ji medyaya Amerîkayê re ragihand ku Trump dê civînekê li ser vê mijarê li dar bixe û paşê biryarnameyê îmze bike.
Li gor qanûnên Amerîkayê, Trump bêyî ku qanûnek ji Kongreyê derkeve nikare navê Wezareta Parastinê biguherîne. Ji ber vê yekê, tê çaverêkirin ku bi biryarnameya serokatiyê ya ku dê Trump îmze bike, hemû pêvajoyên derbarê guhertina navê wezaretê bo Wezareta Şer dest pê bikin û Pentagon jî amadekariyên pêwîst bike.
Di bernameya rojane ya Qesra Spî ya ku ji rojnamevanan re hatiye şandin de hatiye diyarkirin ku Trump dê roja înê piştî nîvro daxuyaniyekê bide, lê mijara daxuyaniyê nehatiye parvekirin.
Wezareta Şer di sala 1789an de, dema ku Destûra Bingehîn a Amerîkayê ket meriyetê, hate damezrandin. Du sal piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, bi qanûna sala 1947an, navê wê hate guhertin û kirin Wezareta Parastinê.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




