Wezîrê karên derve yê Fransayê: “Wê teqdîra me ya ji bo Pêşmerge daîma dewam bike”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê bi seredaneka fermî niha li Parîsê li payîtexta Fransa ye. Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, bi serok Mesûd Barzanî re tevlî merasima vekirina ‘Rêya Pêşmerge’ ya di parkekî Parîsê de behsa têkiliyên kûr yên bi Pêşmerge re, bi taybetî yên şerê li hemberê IŞİDê de anî ser ziman. Barrot got:
“Wê ji niha û pê de ‘Rêya Pêşmerge’ li Parîsê be; Fransa teqdîra Pêşmerge ya şerê li hemberê IŞİDê ya hevalên me yên Kurd yên çekdar, car din teyîd dike.”
Merasima vekirina ‘Rêya Pêşmerge’ îro li Parîsê çêbû û di merasimê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, şaredara Parîsê Anne Hidalgo û şaredarê herêma 15em Philippe Goujon, gelek siyasetmedar, Pêşmergên dêrîn di merasimê de bûn.
Rêya Pêşmerge wekî dîrokî ji bo rêzgirtina li şerê Pêşmerge ket nav laperên dîrokê.
Piştî merasimê serokê Barzanî û wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot li hev civiyan. Barrot, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Me bi lîderê dîrokî bi Mesûd Barzanî re ji bo xwurtkirina têkiliyên Fransa, Iraqê û Herêma Kurdistanê axifîn.”
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




