DOZê berhema nû ya Majêd a Mihemed "Gûşiyên Rezekî Bêçeper" weşand

PeyamaKurd – Weşanên DOZê pirtûkeke nû ya nivîskarê Efrînî Majêd a Mihemed a bi navê "Gûşiyên Rezekî Bêçeper" çap kir. Pirtûka ku ji pexşanên edebî pêk tê, bi bergeke taybet a ji aliyê bergsaz Mem Al ve hatiye amadekirin, derket pêşberî xwendevanan.
"Gûşiyên Rezekî Bêçeper"a ku ji 144 rûpelan pêk tê, berhema duyemîn a pexşanan a nivîskar Majêd a Mihemed e ku ji aliyê Weşanên DOZê ve tê çapkirin. Berhema wî ya yekemîn a pexşanan "Morîkên Rojnivîskê" di sala 2024an de hatibû weşandin.
Weşanxaneyê ji bo danasîna pirtûkê, li ser berga paşîn a pirtûkê ev beş par ve kiriye:
"Derbasî gulistanê bûm
Da ku girnijîniyê ji devê kulîlkan werbigrim
Lê bîranînên şîn bûn sûlav
û bendava xeman di nav çavên min de hilweşî.
. . .
Rast e ku di warê samanî de hîn li şûn im
Di bazirganiyê de tiştî hêja bi ser naxînim
Di zanistiyê de pileyan di pey te re tînim
Di siyasetê de ta niha li dû te dimînim
Di nêrîna çavan de wek te dûr nabînim
Di baweriyê de ne nola te har û dîn im
Lê di hemû pêşbirkên nîgaşî de tu çiqasî lezok bî
Ez berî te armancê pêk tînim."
Derbarê nivîkar, Majêd a Mihemed de
Majêd a Mihemed, di sala 1972yan de li gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe, ya navîn li Cindirêsê û lîseyê jî li Helebê temam kiriye. Piştre, li Zanîngeha Şamê beşa ragihandinê xwendiye. Ji ber krîza Sûriyê, di sala 2014an de li Tirkiyê bi cih bûye û niha jiyana xwe li Stenbolê didomîne.
Nivîskar xwedî çend berhemên çapkirî ye ku ev in:
-
Morîkên Rojnivîskê, Pexşan, DOZ, Stenbol 2024.
-
Gûşiyên Rezekî Bêçeper, Pexşan, DOZ, Stenbol 2025.
-
Meqam Elhewa (bi zimanê Erebî), Helbest, Weşanên Çinar, Stenbol 2016.
Her weha, pirtûka wî ya bi navê "Bikaranîna Pendên Kurdî di Civakê de" û çend berhemên din ji bo çapê amade ne. Nivîskar di heman demê de xwedî nêzî 500 gotarên curbicur e ku di malperên naskirî yên bi zimanê Erebî de hatine weşandin.
Pirtûk ji vê malperê dikare bê bidestxistin:
Ev nivîs 278 car hatiye xwendin.




