Wezîra Brîtanyayê ji ber baca kêm dabû îstifa kir

PeyamaKurd- Wezîr û Alîkara Serokwezîrê Brîtanyayê Angela Rayner, piştî ku îtîraf kir ku baca divê bida kêm daye û ji ber bertekan îstifa kir.
Rayner ku ji ber mikurhatina dayîna baca kêm ji bo xaniyê xwe yê 800 hezar sterlînî li Hoveyê, rastî rexneyan hat.
Rayner ji peywira Wezîra Xanîyan û Alîkara Serokwezîriyê îstifa kir û ragihand ku ji peywira Alîkara Serokê Partiya Karkeran a ku ji aliyê endamên partiyê ve hatiye hilbijartin jî veqetiyaye û di nameya xwe ya ji Serokwezîr re de qebûl kir ku di dema kirîna milk de "standardên herî bilind pêk neaniye."
Angela Rayner got, "Ji ber peywira min a Wezîra Xanîyan û rewşên min ên malbatî yên tevlihev, ez bi poşmaniyeke kûr pêşwazî li biryara xwe ya negirtina şêwirdariya bacê ya zêde dikim. Ez hemû berpirsiyariya vê şaşiyê qebûl dikim. Armanca min her tim ew bû ku mîqdara rast a bacê bidim, tu niyeta min ji bilî vê nebû."
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




