Li Xarpêtê serkomserekî asayîşê, wezîfedarekî leşkerî kuşt

Li Xarpêtê serkomserekî asayîşê, wezîfedarekî leşkerî kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) ji hêza asayîşê serkomserê bi navê Metin K. dema çû mala xwe dît ku hevjîna wî bi xebatkarê leşkerî Orhan Ö. li hundire. Di navbera wan de munaqeşe dertê û paşî serkomser demança xwe dikşîne û bi demançê li Orhan Ö. dixe û dikuje.

Bûyer li dora nîvro li taxa Çayda çirayê li malên Elisa Parkê diqewime. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê lê dibînin ku Orhan Ö. bi gulên demançê miriye.

Cenazê Orhan Ö. ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana Zanko ya Firatê. Polîs, Metin K. xist binçav û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Nehat ragihandin bê ti têkiliyekî taybet di navbera wezîfedarê leşkerî û jina serkomser de heya an ji bo wê aciz bike çûye malê.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.