Rayedarê Fransî: Bêyî Pêşmerge me nedikarî DAIŞê têk bibin

PeyamaKurd- Nûnerê Wezîrê Derve yê Fransayê di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge li Parka André Citroënê ya Parîsê de axivî û got: "Ev rastî ye, bêyî Pêşmerge, me nedikarî DAIŞê bişkînin."
Nûnerê Wezîrê Derve yê Fransayê Roignan îro 5ê Îlonê di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge li Parka André Citroënê ya Parîsê de diyar kir, “Bi rêzgirtineke mezin, em îro wekî gel û hikûmeta Fransayê li kêleka we ne da ku rêzê li Pêşmergeyan bigirin, wan şerkerên bihêz ku bi jin û mêr ve rûbirûyî gefa rastîn a DAIŞê bûn, ku DAIŞ li ser tunekirina mirovahiyê li sala 2014ê gef bû.”
Roignan da zanîn, “Dema ku DAIŞê dixwest bigihîje Parîsê, Pêşmergeyan rê lê girt. Pêşmerge navekî qurbanîdan û bergiriyê ye. Em rêzê li qurbaniyên Pêşmerge û gelê Kurdistanê digirin. Gelê Fransayê û hikûmeta Fransayê bi Kurdan re bi hevparî operasyon li dijî DAIŞê dikirin, ji bo azadkirina wê axa ku DAIŞê dagir kiribû.”
Nûnerê Wezîrê Derve yê Fransayê bal kişand ser, “Me nedikarî bêyî Pêşmerge li beranberî DAIŞê bi ser bikevin û li ser erdê wan paşve bibin. Pêşmergeyan ji bo xatirê Xiristiyan, Êzidî û pêkhateyên din jî qurbanî dan.”
Rayedarê Fransî piştrast kir, “Ew qurbaniyên ku Pêşmergeyan û me tevan dane di şerê li dijî DAIŞê de bû, ku ew xeterî hîn jî neqediyaye û li Iraq û Sûriyeyê berdewam e.” Herwesa got, “Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê, me soz daye ku Kurdistanê biparêzin.”
Roignan got: “Ez spasiya Şaredariya Parîsê dikim, ji bo wê hevahengiya ku wê bi Herêma Kurdistanê re heye. Bi navê Wezîrê Derve, em wê têkiliya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de wekî têkiliyeke xurt binav dikin.”
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




