Amadekariyên Newroza Akrê bidawî bûn: Nûnerên 40 welatan beşdar dibin

PeyamaKurd – Ahenga herî mezin a bi çirayan a Cejna Newrozê wekî her sal dîsa li payteta Newrozê Akrê tê lidarxistin.
Hate ragihandin ku pîrozbahiyên Newrozê yên Akrê sibe 20ê Adarê êvarê dest pê dikin û bi sedan ciwan jî amade ne bi çirayên Newrozê û Ala Kurdistanê hilkişin çiyayê Akrê.
Hate zanîn ku wî di pîrozbahiya sibe ya Newrozê de nûnerên 40 welatan ên konsulxane û nûnertiyên wan li Herêma Kurdistanê hene beşdariyê bikin.
Biryar e Newroz a Akrê 20ê Adarê li demjimêr 18:50 piştî fitarê dest pê bike û heta demjimêr 20:30 dewam bike.
Komîteya amedekar daye xuyakirin ku hemû amadekariyên Newrozê li Akrê bidawî bûne û li bendê ne zêdetirî sed hezar kes beşdarî ahenga Newroza Akrê bibin ku sala borî jî zêdetirî sed hezar geştiyar ji bo Newrozê hatibûn Akrê.
Ev nivîs 186477 car hatiye xwendin.




