Bexda nahêle koçber dagerin ser warên xwe û dixwaze demografiya Kuırdistanê biguhêre

Bexda nahêle koçber dagerin ser warên xwe û dixwaze demografiya Kuırdistanê biguhêre

PeyamaKurd – Hukumeta Bexdayê dixwaze dosyayên koçberan heya dawiya salê bigre. Ji Iraqê û Şengalê gelek Xîrîstiyan û Kurdên Êzîdî niha li Herêma Kurdistanê wekî koçberan dijîn.

Li gor peymana Şengalê; diviya hukumeta Iraqê ji Kurdên Êzîdî re ciyên wan amade bikira û wan dagerandina ser axa wan. Heya niha ti xalekî peymanê bicîh neaniye.

Xîrîstiyanên ku ji ber IŞİDê reviyane û çûne Herêma Kurdistanê niha weka penaberin û hukumeta Bexdayê şertên dagera wan amade nake.

Niha Bexda plan dike ku kesên di kampan de dijîn; eger heya dawiya salê danegerin ciyên xwe, wê bineciyên ciyên ku lê ne an ku li kîjan bajarî bin, wê bibin bineciyên wî bajarî.

Hukumeta Herêma Kurdistanê li hemberê planê Bexdayê bertekê nîşan da û got Bexda li deverên Êzîdî û Xîrîstiyanan dixwaze demografiya deveran biguhêre.

Pêşniyara navborî ji aliyê wezareta koç û koçberan ya Iraqê de, di 20ê Tebaxê de goya ji bo mesela koçberan çareser bike pêşniyarekî kir. Berdevkê wezaretê ji bo Rûdawê ragihandiye ku heya dawiya salê koçberên ku danegere ser axa xwe, wê wesfê koçberiya xwe wenda bike û wê bibe bineciyê bajarê ku lê dijî.

Hat gotin ku pêşniyara li jore, soza serokwezîrê niha yê Iraqê ya Muhammed Şiya Sudaniye ku soz dabû û soza wî dereng maye.

Li gor rêjeyên wezareta koçê ya Iraqê, li Herêma Kurdistanê 18 hezar malbatên koçber hene ku di 22 kampên penaberan de dijîn.

Hukumeta Herêma Kurdistanê berteka tund nîşanî biryarê da û wezareta karên navxwe ya Kurdistanê di daxwuyaniya 21 Tebaxê de got ku Bexda dixwaze demografiya herêman biguhêre. Bexda nahêle Xîrîstiyan û Êzîdî yên ji ber zilma IŞİDê reviyane dagerin ser axa xwe û zorê dide wan da li ciyên xwe yên niha bimînin.

Hukumeta Herêma Kurdistanê got ku niha li Kurdistanê 600 hezar koçber hene ji ber ciyên wan bi ewle nîne nikarin dagerin ser axa xwe, Bexda ji wan re ciyên wan amade nekiriye, di şûna destekê bide dagera wan ya bi dilê wan, wezaret wan ji ciyên wan bêpar dihêle.

Hukumeta Herêma Kurdistanê bangî hukumeta federal kir ku planê rawestîne û xwest Netweyên Yekgirtî û dezgeyên navdewletî mudaxeleyê meselê bikin. Kurdistan xwest Bexda peymana Şengalê bicîh bike, dest bi xebata îmarê bike û xizmetên bingehîn bicîh bîne.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.