Plana suîqestê ya serokê Ajansa Atomî derket holê

PeyamaKurd- Hate ragihandin, Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi, piştî daxuyaniyên xwe yên derbarê çalakiyên atomî yên li Îranê, ji aliyê hêzên taybet ên Avusturya yên bi navê “Cobra” ve, ji ber tehdîteke “bi Îranê ve girêdayî” hatiye parastin.
Rêveberiya îstîxbarata Avusturyayê, ji kesekî sêyem agahdarî li ser tehdîteke cidî ya li dijî Grossi wergirtiye. Ev tehdît, piştî raporên berfireh ên Grossi yên derbarê pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê de di meha Hezîranê de, derketiye holê.
Piştî vê bûyerê, Avusturya, ji bo Grossi tedbîrên ewlekariya bilind girtine û yekîneya Cobra bi gelek wesayîtên leşkerî û balîstîk ve ketiye tevgerê.
Aliyê Îranê, raporên Grossi wekî “yekalî” bi nav kiribûn û heta daxwaz kiribûn ku Grossi ji ber “piştevaniya êrîşa Îsraîlê” bê darizandin. Herwiha, medyaya Îranê jî Grossi wekî “ajanekî Îsraîlî” pênase kiribû û gotibû, divê bê îdamkirin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




