Dadgeha Silêmaniyê: Lahur bi du madeyan tê darizandin

PeyamaKurd- Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê Selah Hesen ragihand, ji bo Lahur Şêx Cengî û tometbarên din, du dosyeyên lêkolînê wê bên vekirin û got, eger wan xwe bêyî berxwedan radest bikira, dê tenê li gorî madeya 56 ya Yasaya Cezayê ya Iraqê bihatina darizandin.
Selah Hesen daye xuyakirin, ji ber ku di dema operasyona girtinê de şer û pevçûn derketin û di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn û 19 kesên din jî birîndar bûn, rewş guherî ye.
Tê gotin ku hêzên ser bi Lahur Şêx Cengî ve di dema erkekî fermî de hêzên polîs û asayîşê kirin armanc. Ji ber vê yekê, li gorî berdevkê dadgehê, doseyeke din li gorî madeya 406, ku bi kuştina bi qestî ve girêdayî ye, ji bo tometbaran dê bê vekirin.
Selah Hesen tekez kir, mafê hemû tometbaran li ber dadgehê parastî ye û ew dikarin parêzeran ji xwe re bigirin û îtirazê li biryarê bikin.
Şeva borî di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hêzên Lahur Şêx Cengî de şer û pevçûn derket. Piştî çend saetan ji rûbirûbûnê, Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad hatin girtin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.





