Desteya Mafên Mirovan şêwaza girtina Lahur Cengî şermezar kir

PeyamaKurd- Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.
Desteyê ragihand, şeva borî hêzeke mezin bi çekên giran ji bo girtina çend kesên daxwazkirî hat livandin û ji ber wî şerî nearamiyeke zêde li Silêmaniyê peyda bû ku hêza bicihanînê ji bo girtina kesên daxwazkirî polîs e, ne hêzên din in.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di şeva 22.8.2025ê de, ji bo girtina çend kesên daxwazkirî bi navên L. J. B., P. J. B. û R. H. X. li yek ji taxên Silêmaniyê, hêzeke zêde ya ewlehiyê bi çekên sivik û giran kom bû û çû wî cihî, ku wekî Lalezar tê nasîn û kesên daxwazkirî lê dijîn.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan ew bûyer û encamên wê şermezar kir û ragihand ku ew bi hemû rengan şer û pevçûnan red dikin û her gav piştgiriyê didin rêkarên qanûnî û zimanê diyalogê.
Desteyê da zanîn, ji bo biryara girtina kesên daxwazkirî hêza bicihannînê polîs e, ne ku hêzên Dijeterorê û hêzên din, ku mixabin hêzên cuda cuda û çekên sivik û giran di wê bûyerê de hatine bikaranîn.
Herwiha hate tekezkirin, “Li gorî rêkarên qanûnî, divê tometbar ji bo zindanê lê ne ji bo bingehên partiyan û cihên din, bên veguhestin.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dawiyê jî wiha got: “Em bi tevahî piştgirîya bicihanîna biryarên dadgehê ji bo radestkirina her kes û daxwazkiriyekî bi rêkarên xwe yên qanûnî dikin, lewma em her rê û awayekî din ji bo girtina kesên daxwazkirî red dikin, lê mixabin tank, doşk û çekên giran hatine bikaranîn. Ev zêdetir wekî nîşandaneke leşkerî ye û dê bandoreke xirab li ser navûdengên Herêma Kurdistanê bike.”
Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.




