Efrîn | Piştî zêrên wan dizîn, jin û mêr ew revandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin li baarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê komek çekdar bi ser malekê de girtin û piştî dizîya zêrên wan jin û mêr bi xwe re birin.
Li gorî agaiyan, doh êvarê komeke çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, li gundê Rotenlî yê girêdayî bajarê Mobatayê girtin ser mala kesê bi navê Sebrî Mecîd Nasan.
Çavkaniyên herêmê ragihandiye ku çekdaran piştî zêr û pereyên malbatê dizîn, Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb jî bi xwe re birin cihekî nediyar.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




