Enqere û Şam dicivin: Mijar HSD û Rojavayê Kurdistanê ye

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandeke bilind a Tirkiye û Sûriyeyê li Enqereyê dicive û mijara sereke paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê ye.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand, HSD çekan deyne û entegrasyon bilez bê bicihanîn.
Hate ragihandin ku Wezîrên karên derve û berevaniyê û Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê bi hevtayên xwe yên Sûriyeyî re li Enqereyê dicivin û hevkariya di warê ewlehiyê de û çend mijarên din ên krîtîk gotûbêj dikin.
Rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê yek ji dosyaya sereke ya li ber destê berpirsên Enqere û Şamê ye.
Yaşar Guler beriya vê civînê gotibû: “Divê PKK û hemû komên girêdayî wê di çarçoveya biryara xwefesixkirinê de demildest hemû çalakiyên terorî bi dawî bikin û di serî de Sûriye, hemû şaxên wan ên li erdnîgariyên cuda yên bi navên cuda hene, demildest û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.
Em careke din bi bîr tînin ku em rê nadin ti rêxistineke wekî PKK/YPG û HSDyê li herêmê û li cîranên me di bin navên cuda de kar bike.”
Tirkiye dixwaze Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekên xwe deyne û di çarçoveya peymana 10ê Adarê ya li gel Şamê de tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî tevlîbûna nav Artêşa Sûriyeyê qebûl kiriye û gotiye, lihevkirineke devkî li ser awayê tevlîbûnê heye û danûstandinên wan ên di wê mijarê de didomin.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




