Mesrûr Barzanî bang li Xirîstiyanan kir ku vegerin Deşta Nînowayê

Mesrûr Barzanî bang li Xirîstiyanan kir ku vegerin Deşta Nînowayê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 12ê Cotmehê bi merasîmekê e Dêra Umm al-Nûr li navçeya Enkawa ya Hewlêrê bi fermî vekir.

Dêra ku ji aliyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin, bi navê Dayika Ronahî (Umm al-Nûr), ku nasnavekî Hezretî Meryem e hatiye binavkirin.

Di axaftina xwe ya vekirinê de, Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku beşdarî vekirina dêrê bûye û hêvî kir ku ew bibe "cihekî girîng ê îbadetê" û "navendek ji bo pêşxistina bêtir biratî û dostaniyê di navbera olan de."

Barzanî destnîşan kir ku Hezretî Meryem ne tenê di Xiristiyaniyê de, lê di Îslamê de jî cihekî pir taybet heye û di Qurana Pîroz de bi rêzdarî tê behskirin.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev dêr diyariyeke Herêma Kurdistanê ye ji bo xwişk û birayên Xirîstiyan ên li Enkawa, ku gelek ji wan penaberên Deşta Nînowayê ne ku ji ber êrîşên DAIŞê reviyabûn.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê "hewlên xwe ji bo bidawîkirina rewşa ferzkirî li Deşta Nînowa û afirandina hawîrdorek aram û seqamgîr bidomîne," da ku xwişk û birayên Xiristiyan "bi serbilîndî û bi îradeya xwe ya azad vegerin mal û dêrên xwe."

Barzanî diyar kir ku vekirina dêrê, ligel vekirina projeya rê ya nêzîkî Perestgeha Laleşê ji bo Êzîdiyan û merasîmên din ên olî yên ku Herêma Kurdistanê beşdar dibe, delîlên "cihêrengiya civaka Kurd û bala Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemî olan" in.

Serokwezîr Barzanî tekez kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê peyama aştî, pêkvejiyan û rêzgirtinê ji bo hemî olan ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li seranserê Rojhilata Navîn bidomîne."

Merasîm bi tevlîbûna Patrîk Mar Ignatîus Ephraim û Patrîk Kardînal Louis Sacco û gelek kesayetên din ên olî û fermî hate lidarxistin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.