Li bajarê Çewlikê mînîbusa ji merasima vekirina mizgeftê dihat wergeriya: 7 kes birîndar bûn

Li bajarê Çewlikê mînîbusa ji merasima vekirina mizgeftê dihat wergeriya: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingöl) li navça Dara Hênê (Gênc) mînîbusa ku ji merasima vekirina mizgeftekî dihat ji destê desthilata ajotvan derket û wergeriya. Di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer, ber destê êvarê li nêzî gundê Tavsaleriz (Sağgöze) yê girêdayê Gêncê qewimî. Mizgefta ku merasima vekirina wê hebû, ya gundê Mestebanê (Bulgurlu) bû.

Dema mînîbusa di bin kontrola ajotvan Mustafa G. wergeriya, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Gêncê (Genç) ya dewletê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe û jiyana wan di xeterê de nîne.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.