HSD: Şervanek di êrîşa DAIŞê de 2 jî di qezayan de can dan

HSD: Şervanek di êrîşa DAIŞê de 2 jî di qezayan de can dan

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên can dane eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "3 hevrêyên me Hekîm/Remedan Ebdulîlah El Muecel, Xelîl Hesekê/Ebduselam Nasir, Bozan/Bozan Fewaz Beko di qezayên leşkerî yên cuda de û li cihên cuda de şehîd bûn. Hevrêyên me dema li ser erk û wezîfeyên xwe yên leşkerî bûn şehîd bûn.

Hevrêyê me Hekîm di bersivdana êrişeke şaneyên DAIŞê yên terorîst li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bû, hevrêyê me Xelîl Hesekê jî dema navbera xwe ya çûna malbatê stand û diçû malê di qezayekê de şehîd bû, herwiha hevrêyê me Bozan jî li ser karê xwe li Reqayê di qezayeke leşkerî de şehîd bû.”

HSDê sersaxî da malbatan û diyar kir ku ew hersê şervan, di pêngavên leşkerî û operasyonên ewlehî yên hêzên me de li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst û di bersivdana êrîşên dewleta Tirk de beşdar bûn û di çûna tevahî eniyên şer de dudilî nebûn û di eniyan de berxwedanek mezin kirin.

 

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.