Hejmara pevçûnên li Silêmaniyê: 3 mirî, 15 birîndar

PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, pevçûnên li Silêmaniyê bi dawî bûne û rewş aram bûne.
Nûçegihanê K24 Aram Bextiyar diyar kir ku hin ji hêzên Lahur Şêx Cengî hatine girtin, hinên din jî teslîm bûne.
Nûçegihanê K24 Aram Bextiyar jî ragihand ku Rebwar Hemîd Hacî Xalî hatiye girtin. Wî zêde kir ku Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad birine Dabaşanê, li wir Polad ji lingê xwe hatiye gulebarankirin û birîndar bûye.
Aram Bextiyar ku hejmara pevçûnan da, ragihand ku di pevçûnan de sê kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.
Dadgeha Silêmaniyê doh êvarê (21ê Tebaxê) ji bo Lahur Şêx Cengî fermana girtinê derxist.
Lahur û birayê wî Polad ku li Otêla Lalezar penaber bûn, red kirin ku teslîm bibin.
Pevçûn di saet 3:00ê sibê de li Otêla Lalezar dest pê kirin û çar saetan berdewam kirin.
Serê sibê, Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad Şêx Cengî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.





