Riha | Li nav baxçeyê fistiqan cenazeyê jinekê hat dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya navendî Halîliyeyê ya Rihayê, di nava baxçeyekî fistiqan de cenazeyê jineke 71 salî hat dîtin.
Bûyer li Taxa Devteştiyê qewimî. Kesên ku di nav baxçeyê de jinek dîtin ku bêliv li erdê razayî bû, rewş ragihandin tîmên tenduristiyê û polîsan.
Tîmên ku hatin cihê bûyerê, tesbît kirin ku jina canê xwe ji dest daye Ayşe Akgobek e. Hat zanîn ku Akgobek a 71 salî bi tena serê xwe dijiya.
Cenazeyê Akgobek ji bo tespîtkirina sedema mirinê bo Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hat veguhestin. Derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




