Komîteya Yasayî ya Siwêdayê, plana hikûmeta Sûriyê red kir

Komîteya Yasayî ya Siwêdayê, plana hikûmeta Sûriyê red kir

PeyamaKurd – Komîteya Bilind a Yasayî ya li parêzgeha Siwêdayê, plana şeş xalî ya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Sûriyeyê ve ji bo çareserkirina krîzê hatibû pêşkêşkirin, bi fermî red kir. Komîteya ku nêzîkî rêberê olî yê Durzî Şêx Hekmet el-Hicrî ye, plan weke "nakok" û hewldaneke ji bo "xurtkirina bêcezatiyê" bi nav kir.

Di daxuyaniyekê de, komîteyê da zanîn ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nikare hem bibe tawanbar û hem jî dadwer. Herweha hate gotin ku sîstema dadwerî ya Sûriyeyê siyasî ye û girêdayî desthilata cîbicîkar e, lewma her pêvajoyeke hesabpirsinê di bin çavdêriya wê de dê bibe "şano".

Komîteyê pêşniyarên hikûmetê yên ji bo avakirina encumenên herêmî û hêzên polîs ên hevbeş weke "hewldaneke ji bo ferzkirina wesayetekê li ser gelê Siwêdayê" nirxand. Komîteyê tekez kir ku mafê gelê Siweydayê heye ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û bûyerên Tîrmeha borî weke "tawanên li dijî mirovahiyê" bi nav kir.

Li hemberî plana hikûmetê, Komîteya Yasayî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin lêpirsînên serbixwe û mekanîzmayên hesabpirsinê yên navneteweyî ku li derveyî kontrola hikûmeta Sûriyeyê bin.

Plana ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, Esed Şeybanî ve hatibû ragihandin û ji aliyê Urdin û Amerîkayê ve dihat destekkirin, xalên wekî hesabpirsîna ji sûcdaran, dayîna tezmînatê ji bo qurbaniyan, û destpêkirina pêvajoyeke lihevhatinê li xwe digirt.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.