Hukumeta Burkina Fasoyê rêvebira NY (UN)ê li welatê xwe naxawaze

Hukumeta Burkina Fasoyê rêvebira NY (UN)ê li welatê xwe naxawaze

PeyamaKurd – Hukumeta dewleta Burkina Fasoyê bi sedema ku koordînatora Neteweyên Yekgirtî (UN) Carol Flore Smereczniak li ser îhlala mafên zarokan raporekî amade kiribû, hukumet naxwaze li Smereczniak Burkina Fasoyê bimîne. Hukumetê raporê bêesil û bi bêrêzî binav kir.

Di daxwuyaniya hukumetê de hat gotin ku di raporê e îdîayên ciddî yên îhlalên mafên zarokan hene. Di raporê de hatiye gotin ku hêzên asayîşa Burkina Fasoyê û yên û terorîstan di heman kategoriye de hatine qebûl kirin û li hemberê hêzên asayîşê gotinên nerewa hene.

Hukumet dibêje; di raporê de ti raporekî lêpirsînê, biryarên dadgehê an îdîayên ku dibêjin, destekbikin ti belge nînin. Hukumet dibêje:

“Rapora di bin serikê ‘Li Burkina Fasoyê Zarok û Şerê Çekdarî ‘ de, dema amade kirine, bi ti awayî hukumeta Burkina Fasoyê û dezgeyên pêwendîdar nexistine nav raporê, di derbarê encama wê de ti agahî nedane me û ev kiryar li hemberê hukumet û dezgeyên wê, bêrêziye û kîndariye.”

Hukumet dibêje agahiyên di nav raporê de bi temamî rast nînin, delîl nînin û lewra hukumeta Burkina Fasoyê koordînatora NY Smereczniakê keseka bi ewle nabîne û pê bawerî nayne. Wê hukumet bi wezîfedarên NY yên bi bawerî re, xebata xwe dewam bike û girêdayê biryarên NY ne.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.