Hoşyar Zêbarî: Divê qanûn di ser her kesî re be

Hoşyar Zêbarî: Divê qanûn di ser her kesî re be

PeyamaKurd – Piştî pevçûnên çekdarî yên şeva borî li Silêmaniyê, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, bûyer wekî "xeternak" û "biêş" bi nav kir. Zêbarî, di daxuyaniya xwe de ku li ser platforma civakî ya "X"ê belav kir, bi tundî tekezî li ser serweriya qanûnê kir.

Şeva Înê, 22yê Tebaxa 2025an, li derdora Otela Lalezarê ya li Silêmaniyê, di navbera hêzên ewlehiyê û komek çekdarên bi Lahûr Şêx Cengî de alozî derket û pevçûnên dijwar rû dan. Ev operasyon ji bo bicihanîna biryara girtina Lahûr Şêx Cengî hatibû organîzekirin û nêzî 4 saetan berdewam kir. Hatibû ragihandin ku di şer de çekên navîn û giran hatine bikaranîn, di encamê de agir bi otelê ketiye û xisareke mezin a madî çêbûye.

Zêbarî di daxuyaniya xwe de bi taybetî bal kişand ser qurbaniyan û got, "Pevçûnên çekdarî yên bi xwîn ên şeva borî bi êş bûn, nemaze ku qurbanî jî hebûn." Wî herweha da zanîn ku divê qanûn di ser herkesî re, bêyî îstîsna siyasetmedaran, were sepandin û daxwaza pêvajoyeke dadweriyê ya zelal kir.

Li gorî Zêbarî, berpirsiyariya sereke ya hêzên ewlehiyê li Silêmaniyê ew e ku nirxên mirovî û demokratîk ên gel biparêzin, serweriya qanûnê misoger bikin û rê li ber belavbûna anarşiyê bigirin.

Piştî operasyona ku heta spêdeyê dom kir, medyaya nêzîkî YNKyê ragihand ku Lahûr Şêx Cengî û hejmarek ji alîgirên wî, di nav de Polad Şêx Cengî, Aso Şêx Cengî û Rêbwar Hemî Hacî Galî, hatine girtin. Ji aliyê xwe ve, Dadgeha Silêmaniyê ev girtin piştrast kir û eşkere kir ku operasyon li ser bingeha biryareke dadwerî bûye, bi tohmeta "beşdarbûna di kombûnên bi mebesta têkdana aramî û asayîşa giştî".

Ev bûyer li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê jî bû sedema bertekan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê banga aramiyê kirin û girîngiya çareserkirina kêşeyan di çarçoveya qanûnê de dûbare kirin. Herweha, hem Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hem jî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) derbarê bûyeran de nîgeraniyên xwe anîn ziman û daxwaz ji hemû aliyan kirin ku xwe ji tundûtûjiyê bi dûr bixin.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.