Îstîxbarata Îranê çalakvanê çanda Kurdî Îhsan Rostemî xist binçav

PeyamaKurd – Çalakvanê çanda Kurdî Îhsan Rostemî yê ji Rojhlatê Kurdistanê ji eyaleta Kermanşanê ji bajare Harsinê, li Tehranê ji aliyê îstîxbarata Îranê de hat girtin û ew birin ciyekî nediyar.
Li gor ragihandina Komela Mafê Mirovan Hengawê; Rostemi yê 38 salî di mala xwe ya li Tehranê di 20ê Tebaxa 2025an de roja Çarşemê ji aliyê hêzên asayîşê de hatiye girtin.
Rostemî bi weşanên cwe û xebatên di wêjeya Kurdî de tê naskirin. Heya niha nayê zanîn bê sedema girtina wî çiye.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




