Ji Balyozxaneya Amerîka û UNAMIyê daxuyaniyên Silêmaniyê

PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîkayê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê UNAMI, derbarê bûyerên li Silêmaniyê de ku Lahur Şêx Cengî û birayên wî bi operasyoneke çekdarî hatin girtin û 3 kes jî hatin kuştin, daxuyanî dan.
UNAMIyê îro 22yê Tebaxê li ser rewşa Silêmaniyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, Nûnerê UNAMIyê ji pêşveçûnên dawiyê yên Silêmaniyê nîgeran e û sersaxiyê ji qurbaniyan re dixwaze.
UNAMIyê daxwaz ji hemû aliyan kir ku, li ser xwe bin û ji her kiryareke ku li ser jiyana sivîlan bibe gef dûr bikevin û rêzê li qanûnên mafên mirovan bigirin û pabendî qanûn û destûrê bin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê jî li ser hesabê Xê da xuyakirin, ew rewşa Silêmaniyê ji nêz ve dişopînin û li dijî her tundûtîjiyekê ne ku li ser silametiya giştî bibe sedema gefan.
Hate diyarkirin, helwesta Nûnerê Dîplomatîk ê Amerîkayê nîşan dide ku, ew bi cidî hemû aliyan teşwîq dikin ku li ser xwe bin.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




